H’emû nûçeSereke

Fêdêrasîyona Rûsîyayê û Koçaryan sûdmendên tevgerê ne: sala 2021 ê de hewla derbeyê dan, lê raya giştî ya Ermenîstanê beşdar nabe: Êdgar Arakêlyan

Namzedê serokwezîrîyê yê tevgera “Tavûş ji bo welêt” mele Bagrat Galstanyan e. Wî anî ziman ku ew nikarin namzedê serokwezîrtîyê bi şert û mercên manewî re bikin yek û wiha gotî ye: “Ji ber vê yekê jî bi raberkirina rewşê ji hezretî wî re, min xwest ku xizmeta xwe ya manewî ya 30 salî biqerimînim”.

Kanala yekem ya rûsî  agahîyên derew belav kirîye ku zêdetirî 100 hezar kes beşdarî mîtînga 26 ê gulanê ya tevgera “Tavûş ji bo welêt” li meydana Komarê ya Yêrêvanê hat lidarxistin. Di vê navberê de rêxistina “Yekîtîya welatîyên agahdar” hejmartina beşdarên mîtîngê pêk anî û li gorî wê 23 hezar û 100 kes beşdarî kombûna 26 ê gulanê ya “Tevgera Tavûş ji bo welêt”  bibûn.

Damezrînerê înîsîyatîva “Ermenîstana azad” Êdgar Arakêlyan di axaftina xwe ya bi Factor TV re got ku ew bi muxalefetê, serokên muxalefetê re tu tevgerê bi rê ve nekirîye û niha jî guleya dawî bi kar anîne û namzedîya mele wek serokwezîr. “Ew hewl didin gel bixapînin bi kirina serokekî ruhanî û her weha namzedê serokwezîr. Berê jî Robert Koçaryan gotibû ku divê namzedê muxalefetê bibe kesekî ruhanî. Lê belê, desthilatdarên berê di bin plana mele de veşartî ne. Dikarim bêjim ku sûdmendê vê tevgerê Rûsîya û Robêrt Koçaryan in. Ji sala 2021 ê û vir ve li  Ermenîstanê hewldanên derbeyê tên kirin, lê gel beşdar nabe”.

Arakêlyan piştrast e ku eger li Ermenîstanê bê ser desthilatdarîyê, hêzên mûxalîf yên kolanan dê kontrola korîdorê ji Rûsyayê re bihêlin û welat ber bi statûya “hukumetê” ve bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button