H’emû nûçeSereke
Hukumatê ew gundên qezayên Tavûşê û Lorîyê yên ku ji lêyê zîyanê ketine çawa zona qezîyayê elam kirîye

Hukumata Ermenîstanê birîyar kirîye ku ew gundên qezayên Tavûşê û Lorîyê çawa zona qezîyayê elamke, kîjan ji lêyê zîyanê ketine. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda malpera hukumatêye fermîda hatîye raberkirinê.
Li rex birîyara hukumatê, navên wan gunda hatine raberkirinê, kîjan çawa zona qezîyayê hatine elamkirinê.
26 ê gulanê, rûyê baranên gurda, li cêrge gundên qezayên Tavûşê û Lorîyê zîyana mezin gihîştîye dor-bera, rê û pira hedimîne. Rûyê lêyêda çar meriv wefat bûne.







