H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê herî zêde pêwîstîya Rûsyayê bi guhertina desthilatdarîyê heye: parlamêntarê partîya desthilatdar

Herî zêde hewcedarîya Rûsyayê bi guhertina desthilatdarîyê li Ermenîstanê heye, da ku em jî bindestê wan bin. Parlamêntarê partîya desthilatdar ya “Peymana sîvîl” Gagîk Mêlkonyan îro  di axaftina xwe ya bi nûçegîhanê News.am ê re gotîye.

Bi gotina wî, Rûsya hez nake ku Ermenîstan sîyaseta xwe bi xwe bimeşîne. “Niha em napirsin gelo em dikarin bi hin welatan re têkilîyan pêş bixin yan na. Ew zirarê dide wan. Yan me her tim destûr girtîye yan jî ji bo me axivîne”.

Ewî destnîşan kir ku tevgera “Tavûş ji bo welêtê” ji alîyê Rûsyayê ve hatîye destpêkirin û rayedarên Ermenîstanê dibînin ku kî li pişt wê ye. “Dibêjin ku ji Rûsyayê bi otomobîla diçin Ermenîstanê. Bo çi, da ku dewleta me nebe. Li pişt vê tevgerê yên ku welatê me firotine û dane Rûsîyayê hene. Ev 30 sal in em ne dewleteke serbixwe ne, ji ber ku sîyaseta me ya derve her tim ji alîyê Rûsyayê ve hatîye birêvebirin. Heta sala 2020 î me li ser bazirganîya çekan ya bi welatên din re nedifikirî û hemû hêvîya me bi Rûsyayê bû. Îro em sîyaseteke derve dimeşînin û kes nikare bêje em bi kê re bibin dost an na”.

Û daxwazên serokkomarê Adirbêcanê, bi texmîna wî, ji bo raya giştî ne. “Eger her kes ji Elîyêv re bêje bila biceme, ew ê careke din nebêje. Hûn ne hewce ne ku Elîyêv çi dibêje yan jî ji Rûsyayê çi dibêjin. Niha Elîyêv dibêje min xwestîye û ev gund dane wî. Û berî wê çi digot? Got ku ew ê êrîşî van gundan bikin û wan gunda hilde”,-parlamêntvan gotîye.

Di heman demê de Mêlkonyan destnîşan kir ku Ermenîstan 30 salan welatekî serketî bûye, lema jî pirsgirêkên van gundan derneketine holê.

 “Lê alîyê ermenî fêhm nekir ku welatê serketî divê çawa tevbigere. Em xerabtir tevdigerin, ne kö alîyê din”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button