H’emû nûçeSereke

Ji şoreşa gelerî, bê tundûtûjî û qedîfe ya sala 2018 a vir ve, aborîya Ermenîstanê bi 30 selefî zêde bûye: Paşînyan

Sala 2023 an de 8,7 selef mezinbûna aborîyê hebû, ku ji hedefa ku di bernameya pêşhilbijartinê ya hilbijartinên taybet ya  sala 2021 a de hatîye dîyarkirin zêdetir e. Serokwezîr Nîkol Paşînyan di civîna hevpar ya komîtêyên daîmî yên civîna parlamêntê de derbarê pêkanîna byûcêya dewletê ya sala 2023 an de daxuyanî da.

 “Him sala 2022 a û him jî  sala 2023 an de mezinbûna me ya aborî ji vê armancê bilindtir bû û armanca me ew bû ku mezinbûna aborî ya salane  7  selef be.

Lê her weha girîng e ku bê zanîn ku ji sala 2018 a  şoreşa gelerî, bê tundûtûjî û qedîfe, aborîya Ermenîstanê bi 30 selefî zêde bûye. Ev nîşanek pir girîng e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button