H’emû nûçeSereke

Mîrzoyan û borcbirê wezîrê Îranêyî karên der pirsên dualî û rojeva herêmî gotûbêj kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi têlefonê tevî borcbirê wezîrê Îranêyî karên der Elî Baxêrî qise kirîye.

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der careke mayîn serxweşî daye wezîrê Îranê, girêdayî qezîya helîkoptêrêra.

Wextê qisê, pirsên derheqa pêwandîyên herdu welata û cimetada hatine gotûbêjkirinê û hatîye dîyarkirinê, wekî ewê berdewambin.

Ararat Mîrzoryan û Elî Baxêrî usa jî derheqa rojeva dualî û herêmîda xeberdane û derheqa mîyaserkirina bername û pevketinên dualîda dane dîyarkirinê.

Alîyê Îranê jî sirîya xweda serxweşî daye wan meriva, yên ku rûyê lêya li qezayên Ermenîstanêye Tavûşê û Lorîyê  wefat bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button