H’emû nûçeSereke

Pêşewa Hewramanî: bi fermana Mesrûr Barzanî komîtêyeke taybet bo navçeyên Kurdistanê hat pêkanîn

Berdevkê hukumeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragîhandîye, wekî bi fermana serokwezîr Mesrûr Barzanî komîtêyeke taybet ji bo navçeyên Kurdistanî hatîye pêkanîn.

Hewarmanî K24 ê re ragîhandîye, bi fermana serokwezîr Mesrûr Barzanî komîtêyeke taybet derbarê navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatîye pêkanîn. Komîtê jî ji hejmareke wezîrên hukumeta Herêma Kurdistanê pêk tê.

Herwiha Hewramanî gotîye, li ser asta Herêma Kurdistanê, alîyên Kurdistanê, Iraqê û erebî dê dest bi gotûbêjan bikin û herwiha li ser asta navxweyî û derve jî dê kar li ser vê mijarê bikin.

Ewî dîyar kirîye: “Armanca komîtêyê, asayîkirina rewşê li van deveran, parastina mafên hemû pêkhateyan li van deveran, vegerandina aramîyê û cî bi cîkirina madeya 140 ye”.

Piştira jî serokê desteya navçeyên Kurdistanê yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê ji K24 ê re ragîhandibû: “Pirsgirêkên me yên derbarê cî bi cîkirina madeya 140 cidî ne û pêwîst e em hewla çareserkirina wan bidin.”

Zêdetir nîşan bide
Back to top button