H’emû nûçeSereke

Pirsên derheqa hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê ya nava parastinêda, hatine gotûbêjkirinê

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan rastî cîgirê serokê komîtêya Yekîtîya Avropayêye leşkerî gênêral Robêrt Brîgêr  hatîye. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê elam kirine.

Pirsên derheqa hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê, yên derbarê goveka parastinê hatine gotûbêjkirinê. Pevketin hatîye destanînê ku nava govekên bona herdu alîya hewaskar, hevkarîyê bidine pêşxistinê.

Wezîrê parastinê pêvajoya werguhastinên nava hêzên Ermenîstanêda raber kirîye. Pirsên ewlehkarîya herêmî jî hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button