H’emû nûçeSereke
Sûrên Papîkyan tevî wekîlê Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê pirsên derheqa hevkarîya nava goveka parastinêda, gotûbêj kirine

Nava çarçoveya forûma Şûmanêye ewlehkarîyê û parastinêda, wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan beşdarî cêrge hevdîtina bûye. Nava wan hevdîtinada usa jî hevdîtina tevî wekîlê Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê, Mîxayêl Zîbêrt pêk hatîye.
“Armênprêss” ê ragîhandîye wekî wextê hevdîtinê, pirsên derheqa hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê û usa jî yên ewlehekarîya herêmî hatine gotûbêjkirinê.
Wezîrê parastinê derheqa werguhastinên nava hêzên Ermenîstanêda xeberdaye.







