“Xaçerêya aşîtîyê” bona piştgirîya dîyaloga di navbera welatên cînarda hatîye pêşdakişandinê: cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der

Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Parûyr Hovhannîsyan li Romayê beşdarî hemcivîna wezîraye sêemîn, ya “Îtalîya-Asîya Navîn” bûye.
Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der, bona vexwendinê razalixî elamî alîyê îtalî kirîye û projeya hukumata Ermenîstanêye “Xaçerêya aşîtîyê” raber kirîye û derheqa prînsîpên wêda xeberdaye.
Cîgirê wezîr Parûyr Hovhannîsyan daye dîyarkirinê,wekî projeya “Xaçerêya aşîtîyê” bona pêwandîyên êkonomîkî piştgirîya hindava dîyaloga di navbera welatên cînarda hatîye pêşdakişandinê, bi qedirgirtina serbixwetî û wekehevtîya welata.
Bi axaftina derheqa halê gêopolîtîkîda, yê li Kafkasîya Başûr, cîgirê wezîrê karên der daye dîyarkirinê, wekî projeya “Xaçerêya aşîtîyê”, beşeke cedandinên hukumata Ermenîstanêye, ya bona aşîtî û qewînbûna li herêmê.







