H’emû nûçeSereke
Derbarê çêkirina rêya hesinî ya ku li Ermenîstanê ji ber lehîyê zirar dîtîye bi Rûsyayê re lihevkirinek hatîye kirin

Derbarê çêkirina rêya hesinî ya ku ji ber lehîyê li herêmên Lorîyê û Tavûşê zirar dîtîye, bi Rûsyayê re lihevkirinek hatîye kirin. Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, serokwezîr Nîkol Paşînyan li civîna hukumetê gotîye.
“Derbarê çêkirina rêya hesinî de bi hevkarên rûs re lihevkirinek hatîye kirin”,-Paşînyan gotîye.
Em bejin, wekî li civîna hukumeta Ermenîstanê, wezîrê Ermenîstanêyî serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma, Ginêl Sanosyan ragîhandibû ku zîyanên di beşên cuda yên rêya hesinî de gihîştîye nêzîkî 2 kîlomêtrî.







