H’emû nûçeSereke

Projeya “Xaçerêya aştîyê” hêjayî pesindanê ye û ji bo aramîya herêmê potênsîyaleke girîng heye: endamê Kongêrsa Îspanîyayê

Projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ku ji alîyê hukumeta Ermenîstanê ve hatîye destpêkirin, destpêşxerîya pesindayînê ye ku bi mebesta pêşxistina pêwendî û hevkarîya di navbera welatên herêma Kafkasîyayê de ye. Ev proje potênsîyala qewînkirina aramîya herêmî, geşepêdana aborî û danûstendinên çandî heye, ku ji bo aşîtî û qewînkirina demdirêj ya Kafkasîya Başûr pir girîng in. Wextê hevpeyvîna bi “Armênpress” ê ra, endamê Kongrêsa Îspanîyayê, Con Înyarîtû gotîye.

Bi qîmetkirina wî, projeya “Xaçerêya aştîyê” dikare bibe altêrnatîveke  çêkir ji bo pêşnîyarên bi nakoktir yên wek “Korîdora Zengîzûrê” tê gotin.

“Tekîdkirina hevkarî û pêwendîya bi hev re bêyî daxwazên mecbûrî yên axê, proje li gorî normên navneteweyî ye û beşdarî nêzîkbûneke berfirehtir ji pêşkeftina herêmî re dike”,- parlamêntvan gotîye.

 “Mixabin, Ermenîstan di vî warî de rû bi rûyê kêşeyên girîng e, bi taybetî ji alîyê cînarên xwe Adirbêcan û Tirkîyayê, ku armancên wan yên berfirehxwazî ​​û sîyasetên êrîşkar ruhê hevkarîya aştîyane têk dide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button