H’emû nûçeSereke
Yekîtîya Avropayê û Ermenîstan ji bo kûrkirina hevkarîyê di warê ewlehîyê de hin gavan diavêjin: Çarlz Frîz

Yekîtîya Avropayê û Ermenîstan ji bo kûrkirina hevkarîyê di warê ewlehî û parastinê de hin gavan diavêjin. Derheqa wê yekêda alîkarê sêkrêtarê giştî yê ewlekarîya hevbeş û sîyaseta parastinê û bersivdana krîzê Çarlz Frîz mîkrobloga xwe ya X de nivîsîye.
“Bi wezîrê parastinê yê Ermenîstanê Sûrên Papîkyan re hevdîtineke avaker. Yekîtîya Avropayê û Ermenîstan hin gavan diavêjin ji bo di warê ewlehî û parastinê de hevkarîyê kûr bikin”,-Frîz daye kifşê.







