H’emû nûçeSereke

Deranîna eşîyayên Ermenîstanê, yên nava  sûka Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda, 14 cara zêde bûye: Mîxayîl Mîşûstîn

Serokwezîrê Rûsîyayê Mîxayîl Mîşûstîn elam kirîye,wekî deranîna eşîyayên  ji Ermenîstanê, yên nava  sûka Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda, 14 cara zêde bûye, lê kara welête hundur bi 8,5 selefî zêde bûye.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Rûsîyayê wextê hevpyvîna tevî têlêvîzîyona “Rossîya 24” ê gotîye. Mîşûstîn daye dîyarkirinê,wekî beşdarên nava yekîtîyêda feydayê baş distînin, kirîn-frotana di navbera wan welatada zêde bûye. Mesele, deranîna eşîyaye ji Ermenîstanê 14 cara zêde bûye, ya Bêlarûsê û Qazaxstanê dubare bûye, lê ya Qirqizstanê sê cara zêde bûye. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button