Hevkarên navneteweyî dane dîyarkirinê wekî ew amadene ku piştgirîyê bidine Ermenîstanê: wezîrê serkarîkirina têrîtoîya û sîstêma

Bajarê Ermenîstanêyî Alavêrdîyê, yê ku piştî lêya rabûyî zyînê ketîye, 31 ê gulanê ji 40 î zêdetir endamên wekîltîyên dîplomatîye li Ermenîstanê qebûl kirîye, yên ku li wir gerîyane û nasîya xwe dane xebatên rastkirina wan encamên xirab.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî serkarîkirina têrîtorîya û sîstêama Ginêl Sanosyan gotîye û daye dîyarkirinê,wekî van roja tevî hevkarên ji welatên der gelek hevdîtin hebûne.
“Me çend cîhîyên wî cûreyî nîşanî wan dan bona ku ew derheqa masştabên wê qezîyayêda pê bihesîyana. Gotûbêjkirin pêk hatin, xeberdan derheqa piştgirîyêda çûye û cîhda nasîya xwe dane xebatên li wir”,- wezîr gotîye. Sanosyan serda zêde kirîye,wekî ji hevkarên navneteweyî pê hesîyane, ku ew dixwezin piştgirîyê bidine wan cîhên zîyanêketî.







