H’emû nûçeSereke

Karbidestên rûs midaxeleyî pirsgirêkên sîyasî yên navxweyî yên Ermenîstanê dibin: Rûsya li welatê meda wek xetereya sêemîn tê dîtin: Sona Xazaryan

Ermenîstan beşdarî rûniştina lijneya wezîrên parastinê ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv ku  31 ê gulanê li Almatayê hat lidarxistin nebû. Li gorî sêkrêtarîya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv Ermenîstanê da zanîn ku ew ne li dijî biryarên ku bêyî beşdarîya wê bi rengekî sînordar têne girtin.

Serokwezîr Paşînyan herî dawî ragîhandibû ku herî kêm 2 welatên endamên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv  dizanin ku beşdarî amadekarîyên şerê 44 rojî yên sala 2020 î  bûne. Di heman demê de hat zanîn ku Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî li ser daxwaza van dezgehan şêwirmendan dişîne wezîretên parastinê yên Ûkraînayê, Moldovayê, Ermenîstanê û welatên Balkanan.

Derheqa wê yekêda malpera Intelligence Online dinivîse. Hat destnîşankirin ku ev fikira Waşîngtonê ew e ku artêşên van welatên navborî bi hêzên çekdar yên Amêrîkayê re li hev bikin û ji modêla Rûsyayê dûr bikevin. Wek ku mêdya radigihîne, Amêrîka berpirsyarîya wezîretên berevanîyê yên wan welatan digire ser xwe ku dixwazin ji “orbîta Moskvayê” derkevin.

Parlamêntvana ji fraksîya “Peymana sîvîl” ya meclîsa neteweyî Sona Xazaryanê di axaftina xwe ya bi Factor TV re got ku sûcdarîya serokwezîr Nîkol Paşînyan ya li dijî  Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv  giran e û Ermenîstan bi rastî îro bi fermî beşdarî vê îtîfaqê dibe, beşdarbûn û heqê endametîyê nedaye, beşdarî tetbîqatên leşkerî nabe. Lê nayê zanîn ku hukumeta  Ermenîstanê wê kengê de cûre biryara vekişîna ji  Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv  bide.Xazaryanê hevkarîya bi Rojava re, di warê ewlehîyê de jî weke polîtîkaya cihêrengîyê bilêv dike.

Konstantîn Zatûlîn, endamê dûma dewleta Rûsyayê, rayedarên Ermenîstanê tawanbar kir ku Nîkol Paşînyan hewl dide ku serokên Qerebaxê Bakû ji girtîgehê dernekevin. “Birêz Paşînyan her roj li ser desthilatdarîya  Ermenîstanê rûreşîya Rûsyayê ya li Qafqasyayê û tevahîya Rojhilat e. Piştî hevdîtina bi serokê me re heqaretê li Rûsyayê dike, gunehên xwe vedibêje. Hêrsa gelê ermenî arasteyî Fêdêrasyona Rûsyayê dike, di encamê de jî  kiryarên Paşînyan de rêjeya Fêdêrasyona Rûsyayê kêm dibe. Rexneyên sûcdarkirina Rûsyayê derew in”,- ewî ji ORT re gotîye.

Di bersivê de parlamêntara “Peymana sîvîl” wiha bersiv da: “Rayedarên rûs midaxeleyî pirsgirêkên sîyasî yên navxweyî yên Ermenîstanê dikin û ne tesadûf e ku piştî Adirbêcanê û Tirkîyayê, Rûsîya di nav raya giştî ya Ermenîstanê de wek xetera sêyemîn tê dîtin. Ji alîyê Bakûêr ve tehdîdên cidî hene, ev jî ji daxuyanîyên vekirî yên rayedarên rûs dîyar dibe. Li gorî parlamêntarê hukumetê, Ermenîstan, Gurcistan û Adirbêcan ji bo serwêrîya xwe, ku mifteya neketina dewleta yekîtîyê ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button