SerekeSîyasî

Kurdan Tirkîya bi wê yekê gunehkar kirine ku hewl dide hilbijartinên navçeyên kurdî li Sûrîyayê têk bibe

Rêveberîya xweser ya kurd li gel zextên dijminê Tirkîyayê, bi niyeta 11 ê hezîranê hilbijartinên desteyên herêmî yên li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûrîyayê li dar dixe. Li ser vê yekê hevserokê Partîya Yekîtîya Dêmokratîk  Salih Mûslîm gotîye ajansa Firat ê.

“Enqere opêrasîyonên leşkerî li dijî “Hêzên Sûrîya Dêmokratîk” tundtir dike û hewl dide hilbijartinên şaredarîyan û meclîsên rêveberîyên herêmî asteng bike”,- sîyasetmedarê kurd gotîye. Lê belê ji bo ku hilbijartin di atmosfereke dêmokratîk de derbaz bibin, wê rêveberîyên xweser hemû tedbîran bigirin.

Mûslim da zanîn ku tevî ku leşkerên tirk her tim herêmên di bin kontrola de topbaran dikin, di 28 ê adarê de amadekarîya daxuyanîya gel destpê kir. “Gelê me çiqasî Tirkîyayê hewl bide pêşî li vê yekê bigire jî wê di 11 ê hezîranê de bên ser sindoqan û di rêveberîyên herêmî de nûnerên xwe hilbijêrin”.

Firat ê ragihand, di sê rojên dawî de li bakûrê rojhilatê Sûrîyayê di encama êrişên balafirên Tirkîyayê de 4 şervanên kurd hatine kuştin û 12 sîvîl jî birîndar bûne.

Nûnera komîtêya hilbijartinan Rûken Mele Îbrahîmê jî dîyar kir ku namzetên 7 partîyan ku di nav de DM jî heye û ji alîyê sendîka, rêxistinên jinan û ciwanan ve hatine dîyarkirin dê beşdarî hilbijartinan bibin. Dengdan wê li 133 bajarokên 7 herêman (Efrîn Şehba, Dêr Zor, Firat, Manbîc, Reqa, Tebqa û El Cezîre) bê kirin. Sala 2015 a de yekemîn hilbijartinên rêveberîyên herêmî pêk hatin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button