H’emû nûçeSereke

“Yêrêmyan Products”  rêkorda Guinnessê tomar kir: 7469 kesan  nava sehetekêda  1 qedeh şîr vexwarin

Gelek şîr û gelek evîn, cotkarîyeke biçûk li navenda Yêrêvanê bi dewarên şîr, golik û makîneyên çandinîyê, bi hezaran zîyaretvan- mezin û zarok, û her weha syûrprîz, bernameyeke konsêran û coşa bilind. Li Ermenîstanê rêkora nû ya Guinnessê hat tomarkirin.

1 ê hezîranê roja Şîr ya cîhanê de, “Yêrêmyan Products” di kategorîya ” nava sehetekê de herî zêde qedeh şîr xizmetê dikin” rêkora Guinnessê ya berê ya ku li Kosta Rîkayê hatibû danîn, derbaz kir û rêkorada nû tomar kir. Li parka “Sîzins” li şûna 6000 ji bo rêkora Guinnessê 7469 kesan di sehetekê de qedehek şîr vexwar.

“GELEK ŞÎR PIR EVÎN E” cara duyemîn bû ku “Yêrêmyan Products” bi girseyeke qelebalix cejina şîr li dar xist.Sala 2023 a de beşdaran di rêsêpsîyona ku dîsa li Parka “Sîzins” hat lidarxistin  4800 qedeh şîr vexwaribûn.

Zêdetirî 2000 şûşeyên bi kapasîteya 0,75 lîtr ji bo tomarkirina rêkorda Guinness ê ewqas  şîr hat vexwarin.

Belgeya tesdîqkirina rêkordê ji alîyê dadwarê fermî yê rêkoranên cîhanê yên Guinnessê Pravîn Patêl ve ku bi taybetî ji bo vê bûyerê hatîye Ermenîstanê, radestî damezrîner û rêveberê giştî yê “Yêrêmyan Products”  Davît Yêrêmyan hat kirin.

Hêjayî gotinê ye ku “Yêrêmyan Projects” berîya niha jî cara duyemîn rêkorda Guinnessê tomar kiribû. Di sala 2018 de, gata ku ji hêla pargîdanîyê ve hatibû çêkirin, bi fermî di pirtûka rêkoran ya Guinnessê de wekî “Gateya mezin ya cîhanê” hate tomar kirin. Qeyd ji bo 2800 salîya Yêrêvanê hatibû dayîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button