H’emû nûçeSereke

Cîgirê serokwezîr elam kirîye,wekî Yêrêvan amadeye hemû cedandina bona çareserkirina ewlehîya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî, ya xurek bide xebatê

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan elam kirîye,wekî Ermenîstan amadeye hemû cedandina bide xebatê, bona ku  nava hemû alîyên jîyanêda ewlehîya xurek bê çareserkirinê.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda ajansa TASS ê elam kirîye û xeberên cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê anîne ber çeva, yê ku li Mînskê beşdarî civîna şêwira Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî dibe.

“Cedandinên koordînasîyakirî, yên welatên endamên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û usa jî xebata tevayî wê îzinê bidin ku em bighîjine ewlehîya xureke qewîn û jîyana welatîyên xwe bidine çareserkirinê. Ez dixwezim derheqa amadebûna alîyê ermenî îzbatkim, bona ku hemû cedandinên pêwîst bêne xebitandinê ku nava hemû alîyên jîyanêda çareserîya ewlehîya  organîzeya xurek mîyaserbe”,- Grîgoryan gotîye.

Ewî serda zêde kirîye,wekî pirsa ewlehîya xurek nava organîzeyêda bona serokatîya Ermenîstanêye nava organîzeyêda, pirseke girînge.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button