H’emû nûçeSereke
Em hemû tiştî dikin, ku peymana aşîtîyê zû bibe rastî, bi hesabhildana berjewandîyên Ermenîstanê: Harûtyûnyan

Ermenîstan hemû tiştî dike ku peymana aşîtîyê zû bibe rastî.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss”, ê derheqa wê yekêda serokê admînîstrasîya serokwezîrê Ermenîstanê Arayîk Harûtyûnyan li parlamêntê gotîye rojnamevana.
“Em hemû tiştî dikin ku peymana aşîtîyê zû bibe rastî, bi hesabhildana berjewandîyên Komara Ermenîstanê, çimkî îmzekirina wê peymanê wê garantîyayên zêde bona îzbatkirina aşîtîya li Ermenîstanê û herêmê sazke”,- Harûtyûnyan gotîye.







