H’emû nûçeSereke
Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv hêvîdare wekî Ermenîstanê pêrspêktîvên pêwandîyên xweye tevî organîzeyê bide zelalkirinê

Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv hêvîdare wekî Ermenîstanê pêrspêktîvên pêwandîyên xweye tevî organîzeyê bide zelalkirinê.Derheqa wê yekêda sêkrêtarê organîzeyê Îmangalî Tasmagambêtov wextê civîna şêwira Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv gotîye.
“Em hêvîdarin, wekî serokatîya Ermenîstanêye sîyasî wê pêrspêktîvên pêwandîyên xweye tevî organîzeyê bide zelalkirinê û bi wê yekê ewê alîkarîyê bide hemû beşdarên organîzeyê”,- ewî gotîye.
Sêkrêtarê sereke gotîye,wekî nava sala dawîda hevkarên Ermenîstanê beşdarbûna xweye tevî merasîmên organîzeyê dane kurtkirinê. “Lê belê, mêxanîzmên hevkarîyêye hîmlî dişuxulin, Komara Ermenîstanê çawa endama organîzeyêye tame û hemû borcdarîyên hindava vî welatî tên xweykirinê”,-Tasmagambêtov gotîye.







