H’emû nûçeSereke
Piştî cîhwarkirina mîsîyona Yekîtîya Avropayê, tê kifşê ku êrîşeke mezin, dagirkirina axa serwerîya Ermenîstanê çênebûye: wezîrê karên der

Piştî cîhwarkirina mîsîyona Yekîtîya Avropayê, tê kifşê ku êrîşeke mezin, dagirkirina axa serwerîya Ermenîstanê çênebûye. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, di dema gotûbêjkirina cî bi cîkirina byûcêya sala 2023 a li parlamêntoya Ermenîstanê ragîhand.
“Rewşa, xefika ku Ermenîstan tê de ye, xefikek e ku we yan yên din bi alîkarîya we bi dehan salan ew xefik danîye”,-Mîrzoyan gotîye.
Li gorî wî, helwestên ku bi salan derketine holê bûne wesîle ji bo pêşîgirtina li serwêrî û serxwebûna Ermenîstanê ya rastîn.
“Erê, pir şîrîn bû, lê dîsa jî, zincîrek ku azadîya Ermenîstanê ya rast mîssîyoger bike”,-Mîrzoyan daye kifşê.







