
Serokê hukumeta Herêma Kurdistanê serdana Lalişê kir û tekez li ser giringî û pêdivîtîya asayîkirina rewşa Şingalê û avedankirina wê deverê û vegerîyana awareyan bi serbilindî ji bo cîhên wan kir.
Serokê hukumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Lalişê li qezaya Şêxanê kir û ji alîyê Mîrê êzîdîyên Kurdistanê Mîr Hazim Tehsîn Beg û civata rohanî ve pêşwazîya wî hat kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku êzîdîyatî û êzidî ji dîn û pêkhatên resen yên Kurdistanê ne û gotîye: “Her tiştê ji destê me bê, em dê pêxemetî zêdetir xizmetkirina wan bikin”.
Herwesa serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje da giringî û pêdivîtîya asayîkirina rewşa Şingalê û avedankirina wê deverê û vegerîyana awareyan bi serbilindî ji bo cîhên wan.
Serokê hukumeta Herêma Kurdistanê herwesa gotîye: “Şingal wekî hemî deverên din yên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji bo me gelek girîng e. Herwesa mijara asayîkirina rewşa Şingalê û deverên din yên Kurdistanî yek ji mijarên serekî yên danûstandinên navbera Herêma Kurdistanê û hukumeta Îraqê ne, ku em daxwaz dikin arêşeyên wan deveran li ser bingeha destûrî û lihevkirinan bên çarekirin”.







