H’emû nûçeSereke

Bona welatîyên Ermenîstanê pirsa azakirina  vîzayên Yekîtîya Avropayê wê alîyê başîyêda here: cîgirê wezîrê karên der

Bona welatîyên Ermenîstanê pirsa azakirina  vîzayên Yekîtîya Avropayê wê alîyê başîyêda here. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Parûyr Hovhannîsyan li parlamêntê gotîye.

“Deşta hiqûqîye tevî Yekîtîya Avropayê berfireh dibe. Guhdarîya cuda tê danînê li ser pirsa azakirina vîzayên di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda. Ez difikirim,wekî pêşeroja nêzîkda wî alîda wê behseke baş hebe”,- Hovhannîsyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button