Ji hinek welatên Yekîtîya Avropayê nîşanên derheqa zêdekirina învêstîsîyada hene:Papoyan

Ji hinek welatên Yekîtîya Avropayê nîşanên derheqa zêdekirina învêstîsîyada hene.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Gêvorg Papoyan li parlamêntê gotîye.
“Mesele, kompanîyayên fransî îdî li Ermenîstanêne û govekên bona învêstîsîyakirinê digerin, lê govek yên cuda-cudane, yên ji kincên birêndên hemcîhanî destpêkirî, hetanî kompanîyayên li vir.Ev yek encamê nîşana sîyasîye”,- Papoyan gotîye.
Wezîr daye dîyarkirinê,wekî van axirîya ew rastî koma karmendên fransî hatîye û dîna xwe daye elametîyên sîyasî, yên serokên welata.
Bi gotina wî, hene pirsgirêk, yên ku ne ku rojeva Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê, lê Yekîtîya Avropayê û Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîva girêdayîne.
“Sanksîyayên pêşdakişandî tehsîra xweye xirab li ser êkonomîka me hiştine û em wê yekê dibînin”,-Papoyan gotîye.







