Mijarên sereke yên pêşxistina hevkarîya aborî ya di navbera Ermenistan û Ûkraînayê de hatine gotûbêjkirin

Civînek serhêl di navbera palatên bazirganîyê û pîşesazîyê yên Ûkraynayê û Ermenîstanê û nûnerên civata karsazîyê de pêk hat. Ev ji alîyê balyozxaneya Ermenîstanê ya li Ûkraynayê ve hat ragîhandin.
“Ji alîyê Ermenistanê, balyozê Ermenîstanê li Ûkraînayê Vladîmîr Karapêtyan, serokê palata bazirganîyê û pîşesazîyê ya Yêrêvanê Andranîk Alêksanyan, koordînatorê palata bazirganîyê û pîşesazîyê ya Ûkraynayê Ara Marûtyan beşdar bûn. Alîyê Ûkraynayê ji alîyê serokê palatê Gênadî Çîjîkov ve hat temsîlkirin.
Di hevdîtinê de mijarên sereke û pêşbînîyên pêşxistina hevkarîyên aborî yên di navbera her du welatan de, bi berçavgirtina taybetmendîyên şer û pevçûyînan hatin gotûbêjkirin. Lihevkirinek hat kirin ku di meha tîrmehê de bi beşdarîya karsazên ku di têkilîyên aborî yên di navbera her du welatan de cîh digirin, gotûbêjeke mezin hate organîzekirin.
Hevdîtin gaveke girîng bû ji bo xurtkirina têkilîyên aborî û pêşxistina hevkarîyên sûdmend yên di navbera Ermenîstanê û Ûkraynayê de”,-nava nivîsarêda hatîye gotin.







