H’emû nûçeSereke

Sûrên Papîkyan û bayloza Sêrbîyayê pirsên derheqa hevkarîya nava goveka parastinêda gotûbêj kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan bayloza Sêrbîyayêye li Ermenîstanê Tatyana Svêtkovîç û wekîlê pirsên parastinê Zvêzdan Krîçak qebûl kirîye. Derheqa wê yekêda ji wezîreta parastinê ragîhandine.

Wezîrê parastinê girêdayî wê yekêra Zvêzdan Krîçak pîroz kirîye ku ew li Ermenîstanê çawa wekîlê leşkerî hatîye kifşkirinê.

Wextê hevdîtinê, pirsên derheqa hevkarîya nava goveka parastinêda hatine gotûbêjkirinê. Pevketin hatine destanînê ku xebatên bona îmzekirina qayîlnivîsara derheqa hevkarîyêda bêne mîyaserkirinê.

Cêrge pirsên derheqa ewlehîya herêmîda jî hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button