SerekeSport

Ermenistan û Gurcistan  sala 2029 ada  ji bo mazûvanîya çêmpîyonîya ciwanan ya FIFA ê îhtîmalek hevbeş raber bikin

Ermenîstan û Gurcistan sala 2029 de serokê FIFA ê  Armên Mêlîkbêkyan û serokê fêdêrasyona fûtbolê ya Gurcistanê Lêvan Kobîaşvîlî di civîna çapemenîyê ya ku li salona civîna çapemenîyê ya stadyona komarî ya ser navê Vazgên Sargsyan ya li Yêrêvanê hat lidarxistin  dîyar kirin ku ew ê ji bo mazûvanîya çêmpîyonîya ciwanan ya FIFA ê îhaleya hevpar  raber bikin.

“Me bi hev re biryar da ku em serlêdanekê  raberî FIFA ê bikin da ku kûpaya cîhanê ya ciwanan ya sala 2029 a bi hev re li dar bixin. Lihevkirina destpêkê par pêk hat, li Tîbîlîsîyê gelek civîn hatin lidarxistin. Divê bê zanîn ku heger em karibin vê pêşnûmayê bi dest bixin dê ji bo me serkeftinek pir xweş be, ji ber ku ev tûrnûva yek ji mezintirîn tûrnûvayên FIFA ê ye û tûrnûvayek wiha dê asta fûtbola herdu welatan bilind bike”,- Armên Mêlîkbêkyan gotîye,

“Ez kêfxweş im ku em ji bo lidarxistina tûrnûvaya hevpar bi hev re îtirazekê  raber dikin, ji ber ku em ne tenê cînar in, di heman demê de dost in jî. Divê ez bêjim ku di vê mijarê de faktora ecibandina tîma neteweyî ya Gurcistanê heta qonaxa dawî ya EURO 2024 pir girîng bû. Ji xeynî vê, ez wek endamê komîtêya birêvebir ya UEFA ê piştrast dikim ku komîtêya birêvebir ya UEFA ê teqez û bê dudilî dê piştgirîyê bide pêşvebirina hevpar ya Ermenistan û Gurcistanê”,

Tê plankirin ku li nêzîkî sînorê Gurcistanê du stadyon bên çêkirin. Li gorî peymana destpêkê, stadyona yekem dê li beşa Dilîcan-Îcêvanê, ya din jî li bajarê Wanazorê yê girêdayî navçeya Lorîyê be. Stadyona Cumhuriyetê jî dê bê bikaranîn. Armên Mêlîkbekyan hêvî kir ku fikra stadyona netewî jî bibe rastî, di vî warî de jî bi hikûmetê re hevkarî heye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button