H’emû nûçeSereke
Gelo encamên êkonomîkîye çi cûreyî wê Lorîyê û Tavûşê hebin, yên ku piştî lêyha rabûyî pêşda hatine: êkonomîzan şirove dike

Li gorî hesabên Sûrên Parsyanê êkonomîzan, zîyana êkonomîkî ya ku rûyê lêyha rabûyîda hebûye, li Lorîyê û Tavûşê wê bighîje nêzîkî 200 mîlyon dolarî. Gilî tenê derheqa çêkirina rîya, kompênsasîya eşîya û çêkirina maladane. Derheqa wê yekêda Sûrên Parsyanê êkonomîzan gotîye miqaledarê News. am ê.
Bi fikira Parsyan, ji sisîya hetanî pênc sal wê lazim bê ku encamên êkonomîkî, yên ku ji wê qezîyayê pêşda hatine, bidine hildanê: “Nava wan perada zîyana piştgirîya bona bîznêsê, paşdaêxistina dayîna krêdîta, xercên anîn û deranînê nehatine dîyarkirinê”. Bi gotina êkonomîzan, rabûna çemên Dêbêdê û Axstêvê zîyana mezin gîhandîye cêrge gund û bajarên Ermenîstanê.Bi taybetî 8 bajar û nêzîkî 30 î gundî zîyanê ketine.







