H’emû nûçeSereke

Pûtîn di çalakîyên giştî de dest bi lixwekirina êlekê bê guleyan kir:The Moscow Times

Servîsên taybet yên rûsî bi rengekî nedîtî asta parastina Vladîmîr Pûtîn ji xwe pir bilind tund kirin. Du karbidestên rûsî ji The Moscow Times re gotin û çavkanîyeke nêzîkî Krêmlê piştrast kir, li ser pêşnîyara sêrvîsên taybetî, wî di dema bûyerên giştî yên li der de dest bi êlekê bê guleyan li xwe kir.

Li gorî rayedar, ku bi xwe di dema bûyerên xwe yên giştî de gelek caran Pûtîn dîtîye, wî di sala 2023 a de li ser şîreta sêrvîsa ewlekarîya fêdêral û sêrvîsa ewlekarîya serokkomarîyê dest bi lixwekirina êlekê dijî guleyan kirîye.

 “Di merasîma leşkerî ya 9 ê gulana îsal de teqez êlekê guleyan li xwe kiribû. Û ew pîvana hişyarîyê, ez difikirim, rast e”,- rayedarê rûsî ku di merasîma leşkerî ya meydana Sor de amade bûye.

Şêwirmendê ewlekarîya brîtanî Jêyd Mîllêr, li ser daxwaza The Moscow Times, sala 2024 a lêkolîn kir. Nêrînên axaftina Pûtîn ya di merasîma leşkerî ya 9 ê gulanê de û gihîşt wê encamê ku serokê Rûsîyayê bi rastî jî êlekek dijî guleyan li xwe kiribû.

Pûtîn di meşê de pir tengav bû, û dema ku dimeşe û destên xwe dihejîne pêlên xwezayî yên li ser pişta wî nayên dîtin”,-Mîllêr gotîye. “Beşê jorîn yê laşê Pûtîn nesirûştî xuya dike, û milên wî pir fireh û çargoşe xuya dikin, formên pişt û milên wî nayên dîtin”.

Li gorî pispor, ji reftarên serokê Rûsîyayê mirov dikare bigihîje wê encamê ku di binê çakêtê de tiştek heye ku di dema meşê de dibe sedema nerehetîyê. “Di hejmareke haletan de, ew milên xwe bilind dike û rast dike, ku ev nerehetîya ku çakêtê balîstîk li ser milên wî rûniştîye nîşan dide û heke demek dirêj li xwe bike, dibe sedema nerehetîyê”.

“Tê dîtin ku Pûtîn paltoyê xwe bişkokkirî digire, û tê dîtin ku ew kontrol dike ku bişkokkirîne, mîna ku ew hewl dide ku pê ewle bibe ku kes nikaribe tiştê di binê çakêtê de heye bibîne. Bi dîtina min, Pûtîn di dema merasîma leşkerî de çakêtê balîstîk li xwe kiribû “,- Mîllêr gotîye.

Krêml bi fermî red dike ku pêwîstîya tundkirina tedbîrên ewlehîyê ji bo serok Pûtîn. “[Tedbîrên ewlehîyê] di asta asayî de ne. Em ji bo ewlekarîya serok çi hewce dikin. “Ji bo ewlekarîya serokkomar çi hewce dike tê kirin”. Dmîtrî Pêskov, sêkrêtarê çapemenîyê yê serokkomar, di nîvê gulanê de, li ser hewldana kuştina serokwezîrê Slovakîyayê Robêrt Fîso gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button