H’emû nûçeSereke
Wezîrê Macaristanêyî karên der bi têksta vekirî şirove kirîye: alîkarîya bona Ermenîstanê bi qewilê alîkarîya bona Adirbêcanê dikare bibe

Pirsa hîmlî, li ser kîjanê Macaristanê çawa seroketîya şêwira Yekîtîya Avropayê bixebite, wê ewbe wekî înîsîyatîva wê nava pirsên hevkarîyê û aşîtîyêda hebe. Derheqa wê yekêda wezîrê Macaristanêyî karên der wextê prêss-konfêransê gotîye.
Ewî derheqa pirsa alîkarîya bona Ermenîstanê, ya ji alîyê fonda avropîye aşîtîyêda xeberdaye, ya derheqa alîkarîya deh mîlyon dolarîda. “Em difikirin,wekî alîkarîya wî cûreyî gerekê usa jî bidine Adirbêcanê”,-wezîr gotîye. Çawa pêşda hatibû elamkirinê, Macaristanê vêto danîye ser projeya piştgitrîya bo Ermenîstanê, ya ji alîyê fonda Avropayêye aşîtîyêda, dora kîjanê pêşda nava yekîtîyêda qayîlî hatibû destanînê.







