H’emû nûçeSereke

Wezîreta Swîsirêye karên der derheqa hildana zîyana ji lêhya li Ermenîstanê rabûyî şirovekirin belav kirîye

Wezîreta Swîsirêye karên der derheqa xebatên rastkirina zîyana ku ji lêhya li herdu  qezayên Ermenîstanê rabûyî şirove kirîye.

“Li Ermenîstanê rûyê baranên gurda lêhî rabûye û li bakûrê welêt zîyana mezin gihîştîye dor-bera.Dewleta Swîsirê pisporên anegor dişîne Ermenîstanê bona ku cîda zîyana pêşdahatî qîmetkin”,- wezîreta Swîsirêye karên der mîkrobloga X ê da nivîsîye.

Serokê dêlêgasîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê, Vasîlîs Maragos jî tora sosîyalîda derheqa amadebûna piştgirîyêda daye dîyarkirinê û serda zêde kirîye wekî ew birîyara komîsîya Avropayê silav dike, kîjanê pisporên xwe îdî şandine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button