H’emû nûçeSereke

Fêdêrasîyona Rûsyayê dêrê bi kar tîne da ku êrîşî dêmokrasîya Ermenîstanê bike, dewletê qels bike, qirikên kûr çêbike: Anna Ohanyan

Di vê qonaxa pêvajoya bi Adirbêcanê re, mijara girîng xêzkirina sînor e ku li derdora wê çalakîyên protêstoyî ji alîyê  Bagrat Galstanyan, mûxalefeta parlamêntoyê û hêzên din ve hatin lidarxistin. Mamosteya zanistên sîyasî ya koleja Stoûnhîlê ya li Masaçûsêtsê ya Amêrîkayê Anna Ohanyan di hevpeyvînekê de ligel Factor TV, bersiva pirsa rewşa navxweyî ya Ermenîstanê çawa dibîne, Paşînyan çi xelet rast dike, pêvajo bi çi armancê ne. Ew xêzkirin dikare hawirdoreke ewlekarî ya erênî bîne ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê.

 “Kifşkirina sînor zirarê dide rêjîma Elîyêv, ji ber ku raya giştî ya Adirbêcanê dibîne ku Ermenîstan şer naxwaze, ev jî li dijî vegotina Elîyêv e, ev jî rola artêşê li Adirbêcanê lawaz dike. Ez matmayî mam ku Elîyêv çû xêzkirina sînor ji ber ku ew li dijî rêjîma wî ye. Sînorekî bi ewle ye, pêşî li êrîşan digire. Heger sînor bi îstîqirar bibin û êrîşkarîyek wek amûrek xêzkirinê qelis bibe, dê faktora Rûsîyayê jî qels bibe. Faktora herî girîng ya lawazbûna Fêdêrasîyona Rûsyayê ya li vê herêmê ev e.” Çi qas îhtîmal e ku Ermenîstan û Adirbêcan peymana aştîyê îmze bikin? Ev qonaxa pêşbazîya hêzên jêopolîtîk rê dide? Anna Ohanyan kêmbûna rola Rûsyayê û zêdetir tevlîbûna Rojavayê di çareserkirina pirsgirêkên herêmê de dibîne. Hêzên jêopolîtîk çiqasî hewl bidin nêrînên ermenîya-azêrîya nêzîkî hev bikin û bigihînin lihevkirinekê, li gorî pisporan aştîya rasteqîn bi hevkarîyê pêk tê.

“Heta ku têkilîyên aborî bi Ermenîstanê re nebin dê Adirbêcan bi hêsanî dest bi şer bike. Bi gotineke din, nebûna pêwendîyan xeter e. Heger peywendîyên bi vî rengî hebin dê li Adirbêcanê komên ku li dijî şer derdikevin bên avakirin”.

Li ser geşedanên sîyasî yên navxweyî yên Ermenîstanê namzedê altêrnatîva serokwezîrtîyê yê muxalefetê ji dêrê ye. Dêra Şandîyan ya Ermenîstanê pêşengîya tevgereke muxalefetê dike, ku ekîba Paşînyan bi tundî nêzîkî wê dibe, rojeva baca tam ya dêrê tîne rojevê. Anna Ohanyan li vir xetereya jêrîn dibîne, ku Fêdêrasyona Rûsyayê hewl dide xwe bispêre sazîyên kevneperest, wek dêrê, êrîşî dêmokrasîya Ermenîstanê bike û dewletê qels bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button