H’emû nûçeSereke

Rûsîya têra navîne dereca pêwandîyên tevî Ermenîstanê bide nimizkirinê: baylozê zûtirekê vegere Yêrêvanê

Baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn wê zûtirekê, piştî şêwirdarîyê, paşda vegere Ermenîstanê, derheqa nimizkirina dereca pêwandîyada xeberdan tune.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda cîgirê  wezîrê Rûsîyayêyî karên der Mîxayîl Galûzîn gotîye RÎA Novostîyê.

“Gazîkirina bayloza, ya bona beşdarbûna tevî şêwirdarîya, praktîka dîplomatîye.Hema nava çarçoveya vê pratîkayêda jî Sêrgêy Kopîrkîn çûye Moskvayê. Me ew şêwirdarî îdî pêk anîne. Ez difikirim,wekî zûtirekê Sêrgêy Pavlovîçê paşda vegere Yêrêvanê û destbi qedandina borcdarîyên xwe bike”,- cîgirê wezîr gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê, ku diqewime dereca pêwandîya bê nimizkirinê, Galûzîn daye bawarkirinê,wekî derheqa wê yekêda xeberdan tune.

“Bayloz gazî şêwirdarîya kirine, ew  nehatîye paşdagazîkirinê. Rûsîya û Ermenîstan tifaqdarin, hevkarên stratêcîne”,- ewî gotîye.

Bi gotina cîgirê wezîrê karên der, pirsgirêk çê dibin, lê ew yek nade kifşê,wekî dereca pêwandîya gerekê bê nimizkirinê.

Wezîreta Rûsîyayêye karên der pêşda elam kiribû,wekî baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn bona şêwirdarîya gazî Moskvayê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button