H’emû nûçeSereke

Ermenîstan tevî tu welatekî bona cîhwarkirina baza leşkerî, yan  jî beşdarbûna tevî blokeke mayîn hevraxeberdana pêk nayne: Alên Sîmonyan

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan elam kirîye,wekî Ermenîstan tevî tu welatekî bona cîhwarkirina baza leşkerî, yan  jî beşdarbûna tevî blokeke mayîn hevraxeberdana pêk nayne.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê wextê qisa tevî rojnamevana gotîye, dema ku ewî derheqa elametîya cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Mîxayîl Galûzîn xeberdaye, bi kîjanê hatibû gotinê,wekî gavên Ermenîstanêye wî cûreyî dikarin usa bikin ku paşê nikaribin vegerine berbi xebata tevî Rûsîyayê û welatên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv. “Berî her tiştî bira gefa li me nexun, ya duem bese derheqa wê organîzeyêda xeberdin. Dema ku derheqa Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîva dibêjin, bila pêşda bên bêjin ku sînorê organîzeyê kîderêra derbaz dibin, borcdarîyê çi cûreyî hene? Ermenîstan tevî tu welatekî bona cîhwarkirina baza leşkerî, yan  jî beşdarbûna tevî blokeke mayîn hevraxeberdana pêk nayne”,- serokê parlamêntê gotîye.
Ewî ew yek  çawa tiştekî ne nêzîkî aqil hesab kirîye, wextê ku cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der gotibû,wekî Ermenîstan dikare  derheqa baregehada melûmetîya bide hinek welatên Rojavayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button