H’emû nûçeSereke

Komxebatek bi mijara “Li welatên cînar Ermenîstanê lihevkirina îslam û neteweperestî, veguherîna nasname û sîyasetê”  hat lidarxistin

Înstîtûta Rojhilatnasîyê ya Akadêmîya zanistî ya neteweyî ya Komara Ermenîstanê “Li welatên cînar yên Komara Ermenîstanê lihevkirina îslam û neteweperestîy: komxebata navneteweyî ya li ser guhertinên nasnamê û sîyasetê”, ku di çarçoveya bernameya “Piştgirîya ji bo lêkolînên pêşîn” ya pênc salan de ji hêla komîtêya perwerdehîya bilind û zanistê ya wezîreta perwerdê û zanistê ya Ermenîstanê ve tê fînanse kirin.

Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, di koma lêkolînê ya ku  sala 2021 ê de hatîye avakirin, lêkolînerên sereke yên fakûltêya rojhilatnasîyê ya ûnîvêrsîtêya Yêrêvanêye dewletê, zanîngeha amêrîkî ya Ermenîstanê, înstîtûta rojhilatnasîyê ya akademîya zanistî ya neteweyî ya Ermenîstanê Rûbên Mêlkonyan, Naîra Sahakyan, Araks Paşayan, Vardan Voskanyan, Varûjan Gêxamyan, Nazêlî Navasardyan, Vahram Têr-Matêvosyan navda bûne. Di komxebatê de herwisa tirkolog û zanayên qafkasnas yên navdar yên zanîngeha Têhranê û zanyar û xwendikarên zanîngehên Ermenîstanê jî amade bûn. Di komxebatê de encamên lêkolînên ku ji alîyê komê ve hatine kirin û çalakîyên pêşerojê hatin  raberkirin.

Di van deh salên dawîn de, îslam û neteweperestî li çar welatên cînar yên Ermenîstanê veguherî du xalên îdêolojîk yên serdest ku sîstêmên sîyasî, civakî, perwerdeyî û aborî çêdikin, ku ne tenê bi lez diguherin, lê di heman demê de paradîgmayên nasname û têkilîyên giştî jî bi girîngî diguherin.  Bêyî lêkolîneke tam û berfireh li ser pirsgirêkên navborî û meylên heyî yên di wî warî de, ne mimkûn e ku dînamîk û pêrspêktîvên pêvajoyên olî û sîyasî yên pirqatî ku li taxa Ermenîstanê diqewimin, bê femkirin û nirxandin.

Di komxebatê de endamên koma lêkolînê û axaftvanên vexwendî li ser mijarên lihevhatin, bihevrejîyana û têkilîya îslamê û neteweperestîyê di sîstêmên sîyasî, civakî û çandî yên Tirkîyayê, Îranê, Adirbêcanê û Gurcistanê de gotûbêj kirin. Di komxebatê de, xebatên din yên koma lêkolînê jî hatin  raber kirin, bi taybetî prosêdûra organîzekirina pejirandina xwendikarên mezûn di çarçoveya bernameyê de.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button