H’emû nûçeSereke
Balyozê Rûsyayêyî li Ermenîstanê îdî vegerîyaye Yêrêvanê: wezîreta Rûsîyayêye karên der der
Balyozê Rûsyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn vegerîyaye Yêrêvanê. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Rûsyayêyî karên der Mîxayîl Galûzîn elam kirîye, RIA Novostî ê ragîhandîye.
Ji bo şêwirdarîyê ew vexwendî li Moskvayê kiribûn. Dawîya meha gulanê, wezîreta Rûsîyayêye karên der, derheqa gazîkirina balyozê Rûsîyayêyî ji Yêrêvanê li Moskvayê ji bo şêwirmendîyê bû.
“Sêrgêy Pavlovîç beşdarî şêwirdarîyê bibû û bi çiqasî ez zanim ew niha li Yêrêvanê ye”,-Mîxayîl Galûzîn gotîye.Ewî daye kifşê ku “vexwandina balyoz ji bo şêwirdarîyê prosêdûreke standart e ku pir caran tê bikar anîn”.