H’emû nûçeSereke

Bila ewana borcdarîyên xwe pêk bînin: serokê parlamêntê bersiva wezîreta Rûsîyayêye karên der daye

Serokê  parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan bersiv da daxuyanîya wezîreta Rûsîyayêye karên der, ya ku gotibû Ermenîstan mecbûr e li gor rêziknameya rêxistinê berpirsyarîyên darayî yên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv bi cîh bîne. Li gor rapora “Armênprêss”ê, Alên Sîmonyan di birîfînga li gel rojnamevanan  tekez kir ku berî her tiştî bila erkên xwe yên 2-3 salên dawî bi cîh bînin.

 “Kî-kî diaxive, bila ewana ker bimînin.Pabendbûna Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, bi giranî? Ma ew hîn jî ji me sozê dixwazin? Ji opozîsîyayê bipirsin ku azêryan çend cîhan axa Ermenîstanê dagir kirine ku ew jî axa Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv e. Wana erkên xwe “bi awayekî xerab” kirin, ma ev erka me ye ku me pere neda? Çima dema ku Adirbêcanê  meha îlonê  ji 15 cîhan êrîşî li ser Qerebaxê kir, wezîreta Rûsîyayêye karên der bang li Ermenîstanê û Adirbêcanê kir ku her çiqas Ermenîstanê tiştek nekiribe jî aştîyê biparêzin û  opozîsîyayê jî em sûcdar kirin”,- serokê parlamêntê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button