H’emû nûçeSereke

Dewleta Rûsîyayê Ermenîstan û gelê ermenî xapandin û ew tenê hiştin: serokê parlamêntê

Ermenîstan di têkilîyên bi Rûsyayê re her tim wek hevkareke dilsoz tevgerîya û heta kêlîya dawî bawer dikir ku Rûsîya Ermenîstanê bi tenê nehêle.

Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan di civîneke rojnamevanîyê de li ser şandina nota nerazîbûnê ji alîyê wezîreta Rûsîyayêye karên der ji ber serdana şanda Ermenîstanê li bajarê Bûçayê ji wezîreta Ermenîstanêye karên derra nirxand. Wezîreta Rûsîyayêye karên der ew seredan wek “tevgereke ne dostane ya  Yêrêvanê” bi nav kir.

“Li ser navê wezîreta karên  der ez ê li ser kiryarên ne dostane şîrove nekim. Bila li kiryarên xwe yên piştî sala 2020 î binêrin. Ermenîstan her tim wek hevaleke dilsoz tevdigerîya, bi nefsbiçûkîya zarokekî bawer dikir, heta kêlîya dawî hêvî dikir ku Rûsîya Ermenîstanê bi tenê nehêle, Komara Ermenîstanê û gelê ermenî “avît” neke. Biborîn ji bo wê peyvê. Dewleta Rûsyayê Komara Ermenîstanê û gelê ermenî “avît”. Em xapandin, em bi tenê hiştin”.

Serokê parlamentê da zanîn ku wî bi çavnebarî û matmayî temaşe kirîye ku hêzên deryayî yên Amêrîkayê çawa nêzîkî sînorên Îsrayêlê bûne û dest bi xistina bi hezaran rokêtan kirine, balafir ji Qibrisê ji bo alîkarîya Îsrayêlê difirin.

“Ez nabêjim gelo hêja bû ku şerê 44 roje çêbibe, gelo Fêdêrasîyona Rûsyayê  sala 2020 î de ew qas qels bû (wê demê li Ûkraynayê şer tune bû) ku destûr da wan ku bên hundur û lawên me bikujin. Ma di deryaya Kaspîyê keştîyeke ku hinekî nêzîkî Adirbêcanê bû nebû?  Me mîna zarokên nefsbiçûk hêvî dikir ku em bi rengekî şer rawestînin û me hemû bijarde cêribandin”.

Wezîreta Rûsîyayeyê karên der ji ber serdana balyozê Ermenîstanê Vladîmîr Karapêtyan ya li bajarê Bûçayê ya Ûkraînayê û serokê  Nor-Norkê yê  Yêrêvanê Tîgran Margaryan ji wezîreta karên  der ya Ermenîstanê re nota protêstoyê şand.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button