H’emû nûçeSereke
Serokê parlamênta Ermenîstanê û bayloza Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî halê li Kafkasîya Başûr gotûbêj kirine

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan bayloza Dewletên Amêrîkayêye Yekbkûyî, ya li Ermenîstanê Krîstîna Kwîn qebûl kirîye.
Ji parlamêntê elamî “Armênprêss” ê kirine, wekî wextê hevdîtinê halê li Kafkasîya Başûr, pêvajoya hevraxeberdanên ermenîya-azêrîya û pirsa paşdavegerandina dîlên ermenîye li Adirbêcanê hatine gotûbêjkirinê.
Wextê qisê, pirsên derheqa hevkarîya Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyîye di navbera parlamêntada, usa jî hevkarîya dualîda, hatine gotûbêjkirinê.
Pevketin hatîye destanînê ku gotûbêjkirinên bona hevkarîyê berdewam bikin.







