Dewletên Yekbûyî piştgirîya qewîn ji Ermenîstanê re îzbat dike:dîyaloga stratêjîk ya Ermenîstanê-Dewletên Yekbûyî li Yêrêvanê

Alîkarê wezîrê karên der yê kar û barên Avropayê û Avrasyayê Cêyms OBrayên li Ermenîstanê ye. Ewê bi rayedarên payebilind yên hukumetê re bicive, di rojevê de mijara piştgirîkirina Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî ya ji bo pêşketina peymana aştîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ye.Civîna li ser dîyaloga ermenîya-amêrîkîya berîya niha bi serpereştîya alîkarê wezîrê Amêrîkayêyî karên der OBrayên û wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararart Mîrzoyan hatibû lidarxistin û di civînê de pêşhatên ku di warê kûrkirina peywendîyên dualî de hatine bidestxistin, hatin nirxandin. Berîya wê Mîrzoyan û OBrayên sohbeteke taybet kirin. Hevdîtina wî ya bi nûnerên karsaz û civaka sîvîl re jî tê plankirin.
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan di civîna dawî ya dîyaloga stratêjîk ya Ermenîstan-Amêrîkayê de ragîhand ku Ermenîstan ji bo dawîkirina pêşnûmeya peymana aştîyê ya bi Adirbêcanê re firsendeke rast dibîne û îmze dike. Ew di wê bawerîyê de ye ku hevkarîya berfire ya navbera Ermenîstan û Dewletên Yekbûyî, piştgirîya berdewam ya ji bo serwêrî, serxwebûn û yekparebûna axa komara Ermenîstanê xwedî potênsîyaleke mezin e ku bibe alîkar ji bo avakirina aştîyeke bi îstîqirar û bi rûmet li Kafkasîya Başûr.
“Ermenîstan ji bo pêvajoya normalîzekirina têkilîyên bi Adirbêcanê û xêzkirina sînorên dewletê re, li ser bingeha hevdu naskirina yekparebûna axê ya li ser bingeha danezana Alma-Atayê ye. Ji bo dawîkirina pêşnûmeya peymana aştîyê, ku îmzekirina wê dikare derîyekî nû ji bo aştîyeke mayînde li herêmê veke, demeke dîrokî ya rasteqîn heye”.
Wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan destnîşan kir ku Ermenîstan her wiha pir eleqedar e ku hemû peywendîyên herêmî yên ku li ser esasên serwêrî, rêzgirtina tam ya dadwerîyê, wekhevî û bertengîyê ne asteng bike, ku ev yek di înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” de herî baş dîyar dibe.
Alîkarê wezîrê Amêrîkayêyî karên der ji bo kar û barên Avropayê û Avrasyayê Cêyms OBrayên di bersivê de tekez kir: “Em li vir in ku piştgirîya xwe ya bihêz ji bo hewlên pêkanîna aştîya mayînde li herêmê dubare bikin”.
“Em dizanin ku ji bo Ermenîstanê ewlekarî, rehetî û dêmokrasî li kêleka hev hene. Û em piştgirîyê didin hemû hewldanên ewlehî, refahê û dêmokrasîyê. Em jî piştgirîyê didin xebatên ji bo avakirina aştîyeke mayînde. Em dixebitin ku derfetên aborî ji Asya Navîn heta Deryaya Navîn berfireh bikin. Heger di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de aştîyeke mayînde çêbibe, ev derfet dê berfirehtir bibin û em kêfxweş in ku piştgiriyê bidin xebatên di vî warî de”.
Ararat Mîrzoyan dîyar kir ku ew di wê bawerîyê de ne ku Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî ji bo îzbatkirina ku dêmokrasî dikare encam bide li cem Ermenîstanê ye.Wî bal kişand ser vê yekê ku civîna dawî ya dîyaloga stratêjîk ya Ermenîstan û Amêrîkayê ku li Yêrêvanê hat lidarxistin, mînakeke din ya dîyaloga sîyasî ya bilind ya di navbera Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê de ye, ku dê hêzek nû bide pêşkeftina hevkarîyên Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî.
“Pabendbûneke qewîn ya bi prînsîpên dêmokratîk re di bingeha hevkarîya me de ye, tevî ku dêmokrasî li hemû cîhanê di bin xeterê de ye, li herêma me jî di nav de. Tevî kêşeyên ewlehîyê û tehdîdên hîbrîd yên derketine holê, hukumeta Ermenîstanê bi biryar e ku bijardeya dêmokratîk ya gelê xwe bişopîne da ku sazîyên dewletê yên têkildar xurt bike, serwerîya hiqûqê û parastina qewîn ya mafên mirovan mîsoger bike”.
Wezîrê karên der Mîrzoyan ji bo bidestxistina serkeftinê pêwîstî bi kûrkirina hevkarîyên çend beşan di warê aborî, ênêrjî, berevanî û ewlehîyê de pêwîst dît. Wezîr behsa civîna bilind ya Ermenîstan-Amêrîka-Yekîtîya Avropayê ya 5 ê nîsanê ya li Bryûsêlê kir û lihevkirinên ku di daxuyanîya hevpar de hatin qeydkirin.
OBrayên jî 5 ê nîsanê bi bîr anî. Her wiha bal kişand ser gîhandina dîyaloga stratêjîk ya asta hevparîya stratêjîk û tetbîqata leşkerî ya hevpar ya ermenîya-amêrîkî ku îlona sala borî de bi sernavê “Hevkarê qertel-2023” li dar xistibû bi bîr xist.
“Di van salên dawî de, Ermenîstanê aborîyek jîndar ava kir, ku li herêmê bi leza xwe ya pêşveçûnê derdikeve pêş. 5 ê nîsanê dema ku me li Bryûsêlê bi beşdarîya serokwezîr Paşînyan û wezîrê karên der Blînkên nîqaş kir, me pêrspêktîveke mezin ya berfirehkirina bazirganîya dualî dît, ji bo zêdekirina para Ermenîstanê di bazirganîya cîhanî de derfet hene. Em ê jî li ser mijarên parastin û ewlehîyê xebatên xwe bidomînin. Yekemîn tetbîqata me ya leşkerî par pêk hat, em li benda hîn zêdetir in”. Dewletên Amsêrîkayêye Yekbûyî amade ye ku piştgirîya Ermenîstanê bike, û plana Dewletên Yekbûyî ew e ku dîyaloga stratêjîk bi hevkarîyeke stratêjîk biguhezîne, ku dê derfetek ji bo avakirina hevkarîyek kûrtir peyda bike.







