Heger Adirbêcan nêzîkbûna çêkirinê bide kifşê ez dikarim bêjim ku peymana aşîtîyê hema sibê jî dikarin îmzekin: Rûbînyan

Desthilatdarîya Ermenîstanê wê bona îmzekirina peymana aşîtîya tevî Adirbêcanê û rojeva aşîtîyê berdewam bike, lê ew yek usa jî alîyê mayînva girêdayîye.
“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî derheqa wê yekêda cîgirê serokê parlamêntê Rûbên Rûbînyan gotîye rojnamevana.
Bi axaftina derheqa du pirsê bona Ermenîstanê prînsîpyal, ewî daye bawarkirinê wekî birîyarên alîyê ermenî nehatine guhartinê.
Nava pirsa vekirina rîya û sîstêmada, armanca Ermenîstanê ewe ku sîstêm bêne vekirinê, lê ewê bin desthilatdarîya wan alîyadabin, nava kîjanara ew derbaz dibin.
Derheqa yekîtîya axêda jî Rûbên Rûbînyan gotîye,wekî ew qayîlî li Prahayê, paşê li Soçîyê û Bryûsêlê hatîye destanînê.
“Heger ev hemû qayîlî nava peymanêda bêne dîyarkirinê,wî çaxî peymanê dikarin lez îmzekin”,- Rûbînyan gotîye.
Ewî daye bawarkirinê,wekî desthilatdarî hemû tiştî dike bona ku îmzekirina peymanê mîyaserbe û hukumatê bona wê yekê xebatê berdewam bike, feqet ew yek alîyê mayînva jî girêdayîye.
“Heger alîyê azêrîya nêzîkbûna çêkirinê bide kifşê, hema sibê jî dikarin peymana aşîtîyê îmzekin”,-Rûbên Rûbînyan gotîye.







