H’emû nûçeSereke

Li Îranê kî bê ser desthilatê, wê sîyaseta hukumeta berê de guhertinên tûnd çêneke:îranzan

Îranzan Harût Artîn Arakêlyan  wê bawerîyê de ye ku di nav şeş namzedên ku ji alîyê encûmena Parêzvanan ya Îranê ve ji bo hilbijartinên pêşerojê yên serokkomarîyê hatine pesendkirin, serokê niha yê  parlamêntê Mihemed Baxêr Xalîbaf û mûzakerevanê berê yê mijarên  atomî û nûnerê Xamênêyî li konsêya bilind ya ewlehîya neteweyî Seyîd Celîlî hene.

Arakêlyan di axaftina xwe ya bi “Armênprêss”ê re amaje bi wê yekê kir ku bi îhtîmaleke mezin pêşbirk di navbera wan her du kesayetan de çêbibe ku şîyanên wan di nav derdorên pispor de pir bi qîmet in.

Pisporê îranî wiha gotîye: “Ya mayî namzedan di nava civaka Îranê de xwedî nav û dengekî wiha nînin û bi giranî dê hejmara kandîdatên potênsîyal yên hilbijartinên serokkomarîyê mîsoger bikin”.

Li gorî Arakêlyan, divê pejirandina namzedîya Celîlî bi mebesta ji nû ve destpêkirina danûstandinên li ser mijara navokî yan jî bi tundî aktîvkirina wê pêvajoyê ve girêdayî nebe. Celîlî sîyasetmedarekî payebilind yê sîstêmê ye û kesekî zana ye ku di nav elîta sîyasî ya Îranê de tê qebûlkirin. Li gorî pisporê îranî, namzedîya fermandarê berê yê leşkerî  heta radeyekê bi rojeva ewlehîyê ya Îranê û pêşhatên herêmî ve girêdayî ye, her çend bi berçavgirtina hilbijartinên berê jî dîyar dibe ku tevî pirsgirêkên herêmî jî, Reîsî kevneperest bûye serok, ji dêvla her fîgûreke ku avahîyek hêzê temsîl dike. Li gorî wî pisporê îranî, serokê parlamana niha gelek caran beşdarî hilbijartinên niştîmanî bûye û di wî warî de rêkorekî bêhempa ye.

“Pêvajoyên hilbijartinan li welatê cînar girêdayî çend faktoran e û ne pêwîste ku ti pêwendîya wan bi sazîya serokkomar ve hebe, ji ber ku biryarder bi piranî sîstêm e”.

Li gorî pisporê îranî, ne ecêb e ku encûmena Pasdaran namzedên serokkomarê berê yê welêt Mehmûd Ahmedînêjad, serokê berê yê parlamêntoyê, mûzakerevanê berê yê navokî Elî Larîcanî red kir.

 “Di hilbijartinên berê de jî namzetîya her du kesayetên navborî hatibû redkirin. Derbarê Larîcanî de, ew li ber çavan digirin ku keça wî li Amêrîkayê dijî û ew welat bi ti awayî ne di nav welatên dostên Îranê de ye. Ahmedînêjad ji alîyê xwe ve di heyama dawî ya desthilatdarîya xwe de pirsgirêkên cidî bi sîstêmê re hebû û ji ber wê jî li bendê bû ku namzedîya wî neyê redkirin”:-Arakêlyan gotîye.

Li gor gotina wî, sîstema sîyasî ya niha ya Îranê tenê girêdayî sazîya serokkomarîyê nîne, encûmena Pasdaran heye ku dengê endamên wê di gelek mijaran de ji yasayên ku ji alîyê parlamentoyê ve hatine derxistin jî bibandortir e. Ji nav namzedên pejirandî kî bê ser desthilatê, di sîyaseta hukumeta berê de guhertinên tund çênake.

 “Îran di polîtîkaya derve û hundir de nêzîkatîyên sîstematîk nîşan dide û xeta ku di salên dawî de pejirandibû diparêze. Her wiha amaje bi rojeva peywendîyên Ermenîstan û Îranê jî dike, ku bi guhertina serokan re naguhere. Jixwe di derbarê Ermenîstanê de biryar hatine girtin û divê serokê pêşeroj jî heman sîyasetê organîze bike. Alîyê Ermenîstanê ji alîyê xwe ve divê bi berdewamî ji bo pêşxistin û kûrkirina peywendîyan bi Îranê re hewl bide û peywendîyên baş bi her serokkomarekî re hebe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button