H’emû nûçeSereke

Rûbînyan daxuyanîyên birêkûpêk yên wezîreta Rûsîyayêye karên der di çarçoveya têkilîyên ermenîya-rûsa  bikêr nabîne

Nûnerên wezîreta Rûsîyayêye  karên der bi berdewamî daxuyanîyên cîhêreng didin ku di çarçoveya têkilîyên ermenîya-rûsa de bi kêr nayên.

Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, cîgirê serokê parlamêntê Rûbên Rûbînyan di axaftina xwe ya li gel rojnamevanan de helwesteke wiha anî ziman.

“Nûnerên wezîreta Rûsîyayêye karên  der bi berdewamî daxuyanîyên cuda didin ku ez bawer nakim di çarçoveya têkilîyên ermenîya û rûsyayê de bi kêr bên”,- Rûbînyan gotîye.

Li ser mijara peywendîyên ermenîya-rûsa jî dîyar kir:

 “Eger xwestek hebe, her tişt dikare bi ser bikeve, lê serketin divê bi serê xwe nebe armanc, serketin jî tê wateya çareserîya pirsgirêkan”,-cîgirê serokê parlamêntê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button