H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Ermenîstanê û cîgirê sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî dora gotûbêjkirinên derheqa peymana aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda xeberdane

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan cîgirê sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, yê alîyê pirsên Avropayê û Avrasîyayê, Cêyms OBrayên qebûl kirîye.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, ji admînîstrasîya serokwezîr elam kirine,wekî Nîkol Paşînyan pêkanîna civîna tomerîkir, ya dîyaloga di navbera Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîda girîng hesab kirîye û bi hêvîdarî gotîye,wekî ewê qewateke nû bide hevkarîya piralî.Nîkol Paşînyan derheqa piştgirîya amêrîkîda xeberdaye, ya hindava werguhastinên dêmokratîke li Ermenîstanê.Ewî gotîye,wekî mîyaserkirina pevketinên 5 ê gulanêye li Bryûsêlê jî girînge.

Cêyms OBrayên  bi razîbûn gotîye,wekî civîn bi kardarî hatîye pêkanînê û serokatîya amêrîkî wê piştgirîya bona werguhastina berdewam bike.

Xeberdan usa jî dora peymana aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda çûye.Paşînyanê serokwezîr daye dîyarkirinê,wekî hukumatê bernama çareserkirina binelîyên ji Qerebaxê derxistî, bi malava îzbat kirîye û nava mîyaserkirina wî karîda derheqa pêwîstîya piştgirîya hevkarên navneteweyîda daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button