Pêngava mentîqî ya din wê derketina ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv be: Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan îro li parlamêntê daxuyand ku pêngava din ya mentîqî ya têkilîyên bi Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv re wê derketina ji rêxistinê be.
“Me di plana hukumetê de negot em ê wek endamê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv bimînin.
“Me piştrast kir ku sînorê Ermenîstanê xeta sor e, lê dema ku Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv bersiveke rast neda êrîşa 12 ê gulana sala 2021 ê, me pir bi nermî bandora Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv ya di plana hukumetê de pirsî”,- ewî gotîye.
Li gorî wî, hukumetê di encama danûstandin û gotûbêjan de fêm kir ku Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, ku erka wê jî parastina yekparçeyîya axa komara Ermenîstanê ye, berpirsîyarîyên xwe bi cîh nayîne.
Di destpêka meha gulanê de hat ragîhandin ku Ermenîstan dê fînansekirina çalakîyên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv rawestîne.







