Têkildarî bûyera alozîya girseyî ya li xaçerêya kolanên Bagramyan û Dêmîrçyan pêk hatîye doz hat vekirin

Di çalakîya protêstoyî ya roja 12 ê hezîranê seheta 19:30 li ser xaçerêya cadeyên Bagramyan û Dêmîrçyan ya Yêrêvanê pêk hat, beşdarên civînê bi guh nedan daxwazên qanûnî yên polîsên li cîhê bûyerê û parastina nîzama giştî dikin. Serhildanên girseyî yên ku ewlekarîya giştî tehdît dikin, ku bi karanîna tûndûtûjîyê li dijî polîsên ku kar û barê dimeşînin pêk hatin. Derb û fîşek li wan xistin, tiştên cûre-cûre avêtîn ser wan. Li ser vê yekê komîtêya lêpirsînê ya Ermenîstanê agahî da “Armênpress” ê.
“Derbarê mijarê de li lijneya lêpirsînê ya Ermenîstanê di çarçoveya xala 327 a ya benda 1 ê ya qanûna tawanan ya Ermenîstanê de lêpirsîn hatîye destpêkirin.
Vîdyoyên ku li cîhê bûyerê hatine kişandin tên lêkolînkirin”,- peyamê de hatîye gotin.
Li gorî çavkanîyê, ji bo desteserkirina rêkxer û beşdarên xwepêşandanên girseyî, tedbîr ji bo naskirin wan tên girtin.







