Vekirina komûnîkasîya dikare diha zû bibe, ne ku îmzekirina peymana aşîtîyê: Nîkol Paşînyan

Bi fikirdarîya we hûn dibêjin,wekî pêşda gerekê peymana aşîtîyê hebe û paşê tiştên mayîn, lê ew yek dikare cûrekî mayîn bibe. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr li parlamêntê gotîye rojnamevana û daye dîyarkirinê, ku usa jî dikare bibe ku pêşda rê bêne vekirinê, lê paşê jî peymana aşîtîyê bê îmzekirinê.
“Bi kirinên parktîke konkrêt dikare aşîtî çêbe û li ser encamên wê yekê peymana aşîtîyê amadebe. Feqet em usa fem dikin wekî peymana aşîtîyê gerekê hebe”,- ewî gotîye.
Paşînyan usa jî daye dîyarkirinê: “Dema ku Ermenîstan û Adirbêcan qebûlkin,wekî ew yekîtîya axa hevdu nas dikin û dewekarîyên wane hindava axê tunene, ji prînsîpa xebitandina qewatê xwe dûr digrin, amadene tevî pirsên hundur nebin, sîyaseta agrêsîv hindava hevduda mîyaser nekin, pêwandîyên dîplomatîk îzbatkin, hemû pirsên mayîn yên helkirinêne”.
Çawa bersiva wê pirsê ku heger prînsîp ser kaxezê tunene, îmzekirî nînin, gelo rîska êrîşa ser Ermenîstanê çê nabe, Paşînyan gotîye: “Hûn pirseke rast û hewaskar didin. 19 ê nîsanê komîsîyayên dîyarkirina sînora protokol îmze kirin, li kîderê hate dîyarkirinê,wekî dêklarasîya Alma Atayê wê bibe prînsîpa dîyarkirina sînoraye hîmlî”.
Çi ku derheqa wê gotinêdane,wekî dijmnatîya 30 sale dibe menî bêjin wekî agrêsîya Adirbêcanê dikare hebe, Paşînyan gotîye: “Belê, ew dibe menî û em dixwezin wî halî kontrolkin”.







