H’emû nûçeSereke

Baylozxana Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî dîna xwe dide meşên li Yêrêvanê û bang dike ku ji gavên zordarîyê dûr bimînin

Baylozxana Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî dîna xwe dide meşên ku li Yêrêvanê pêk tên.Derheqa wê yekêda baylozxana Dewletên Amêrîkayêye Yekbkûyî, ya li Ermenîstanê elametî belav kirîye.

“Em berbirî beşdarên  meşê dibin, ku ew wextê mîyaserkirina mafên xweye azayê ji zordarîyê dûr bimînin.Helkirina hevraqayîlnebûnên sîyasî bi mecalên pêvajoyên dêmokratîk tên  mîyaserkirinê.Em usa jî berbirî hêzên hiqûqparêz dibin ku mafê welatîyaye aza li gorî qanûna mîyaserkin û kirinên wextê bûyarên qewimî, lêkolîkin, wextê kîjana teribandin qewimîne, nava wanda usa jî bûyarên girêdayî rojnamevanara”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button