Bi fikira îstîxbarata Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, Rûsîyayê bicedîne li ser hilbijartinên li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî tehsîrke, bona ku piştgirîya bo Ûkraînayê zeyîfe:Bloomberg

Hejmara welatên dijî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya bi serkarîya Rûsîyayê, wê bicêrbîne li ser hilbijartinên li Amêrîkayê tehsîra xwe bihêlin û wî çaxî kompanîyayên kirîn-frotanê û têknolocîya bidine xebatê. Derheqa we yekêda ajansa Bloomberg ê li ser hîmê nevsên amêrîkîye fermî, nivîsîye.
Ajansê daye dîyarkirinê,wekî derheqa wê yekêda wekîlên îstîxbarata amêrîkî dane dîyarkirinê û gotine wekî Rûsîya bona hilbijartinên li cem wan qezîyaye.
Bi fikira wan, Moskva wê yekê çawa mecala armancên global lê dinihêre, bona ku piştgirîya bo Ûkraînayê bidine zeyfîkirinê û aminaya hindava înstîtûtên dêmokratîk, usa jî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî bidine teribandinê.
Bona wê yekê Moskva dikare dijîderketinên li Amêrîkayê bide xebatê. Bi gotina wan, armanca Îranê jî heye beşdarî wê pêvajoyê bibe, lê Çînistanê tabîya gelekî fesalda cîhê xwe girtîye û encamên wê yekê fem dike.







