H’emû nûçeSereke
17-19 ê hezîranê cîgirê sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, yê pirsên serkarîkirinê û rêsûrsa wê bi seredan li Ermenîstanêbe

17-19 ê hezîranê cîgirê sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî , yê pirsên serkarîkirinê û rêsûrsa, Rîçard Vêrman wê bi seredan li Ermenîstanêbe. Li Yêrêvanê ewê beþdarî civîna xweserarîkirina cîh, ya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Ermenîstanê bibe û wê rastî Nîkol Paşînyanê serokwezîr û Ararat Mîrzoyanê wezîrê karên der bê. Derheqa wê yekêda ji wezîreta amêrîkîye karên der elam kirine.
“Armanca wê seredanê ewe, ku pêwandîyên dualî, yên tevî cimeta ermenî bidine qewînkirinê.
Cîgirê sêkrêtarê dewletê Vêrman wê serkarîya dêlêgasîya ştatên Kalîfornîyayê, Kanzasê, Mîçîganê, Montanayê û Pênsîlvanê bike. Dêlêgasîyayê tevî wekîletên dewletê û şexsî hevkarîyê bike”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.







